TR KU SO
FB X
Cîhan

Kibris a Tirkiyê temamê sînorên xwe girt

Admin M
Nivîskar
📅 12 nîsan 2020 03:13

PeyamaKurd- Kibris a Tirkiyê bi sedema koronavîrusê tedbîrên xwe digre û bi biryareka dinê jî temamê sînorên xwe yên deryayê, bejayiyê û hewayî bo derve girt. Di biryarê de wext heya 30 yê nîsanê hat dayîn.

Biryar ji aliyê Mudiriyeta çapemeniyê û têkiliyên bi gel re hat ragihandin lê ew kesên ku zarokên wan an ji ferdên malbatê kesên ku li derve bin, dikarin dagerin Kibrisê.

Wê gemî jî nikaribin rêwiyan bibin Kibrisê. Li Kibrisê heya niha 3 kes ji vîrusê mirine.

Parve bike: