Cîhan
"Kîevê hewl da êrîs bike"
PeyamaKurd – Rûsyayê ragihand, wan hewl dane bi sîstema roketavêja pir lûle êrîşî herêma Belgorod a Kîevê bike.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê bi şev bi sîstema roketavêja pir lûle êrişî herêma Belgorodê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di derdora seat 03.45an de hewldana êrîşa li ser tesîsên li ser axa Rûsyayê bi pergala roketavêja pir lûle ya Kîevê "Uragan" hat pûçkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li qada hewayî ya herêma Belgorodê 9 roket bi pergalên parastina hewayî hatine îmhakirin.