Kiliçdaroglu, bertek nîsan da: Ev, qirkirina aborî ye
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê nirxand û li ser zêdekirina buhayan diyar kir ku ev yek, qirkirina aborî ye.
Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa aboriyê ya welatiyan û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Siyaseta aborî ya ku tê kirin, qirkirineke aborî ya tam e. Sedem jî ev e. 85 milyon mirov ji bo çend kesan hatine xebitandin. Beşek mezin, 80 milyon, 85 milyon; di bin bandora meşiyan de ne, lê tenê hindik kes hene ku ji van zeman sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku ev qirkirina aborî ye.
Cotkar, karker, teqawît, karmend… Her kes ji vê yekê diêşe. Hemû jî berdêla qirkirina aboriyê didin. Ji wan re tê gotin ku ‘Ezbenî, min meaşê te zêde kir, lê ji aliyê din ve ji nan heta avê her tişt tê zêdekirin û tiştê ku hûn ji destekî didin, ji aliyê din ve distînin ango tiştê ku bi kevçî didin, bi çemkiçê distîne.”
'Hûn bi milyonan kesan perîşan dikin'
Kiliçdaroglu, gotina xwe ya “ qirkirina aboriyê” rave kir û got,
“Lewra yên ku bi dolaran îhaleyan digirin, yên bi dolaran deyn didin dewletê, yên bi dolaran hesabê xwe di bankeyan de digirin, yên ku hesabên xwe bi dolar dikin hesabê parastî û dikin bin garantiye, ji van deran dahateke awarte bi dest dixin.
Ew, bi tu awayî ji vê rewşa aboriyê zerarê nabînin. Berovajî vê yeke, yên ku ji vê rewşa aboriyê sudê werdigirin. Ji bo ku hûn çavkaniyan bidin çengek mirovan, hûn bi milyonan kesan perîşan dikin. Ango çeteya 5 kesan, ew kes in ku herî zede ji vê rewşê sûdê werdigirin. Yên ku ji hevkariya giştî-taybet sûda herî mezin werdigirin, ev in. Lewra wan kesan, van karan hemû di ser dolaran re kirin. Bi tu awayî zerara van kesan ne mijara gotinê ye. Ev biryar, biryarên kur ê li ber xwînmijên 85 milyonan vedikin in. Loma ez ji bo vê rewşê dibêjim qirkirina aboriyê.”
Kiliçdaroglu diyar kir ku ji ber hikûmet pere nabîne, van buhayan zede dike û got,
"Ji hundir ve mafên van mirovan, keda wan îstîsmar dikin. Niha jî diçin derve, lava dikin 'pere bidin me' diçin Welatên Kendavê, parsê dikin, parsê dikin, wezîrên xwe dişînin, dê herî dawî jî biçin. Niha jî bi awayekî bi Misirê re muzakere dikin. Ez meraq dikim gelo em dikarin ji wir jî tiştekî bikirin. Di dîroka komara Tirkiyeyê de cara yekem e ku îtîbara dewletê evqas hatiye binpêkirin. Tu dewlet, li ber dewletên serwer ên Rojava çok dananîne û bi hêvî û lavahiyan pere nexwestine.”