TR KU SO
FB X
Cîhan

Kılıçdaroğlu: “Bila serokatiya grûbê li Özel pîroz be”

Admin M
Nivîskar
📅 23 gulan 2026 14:42

PeyamaKurd – Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu li ser wezîfa nû ya Özgür Özel ku bû serokê grûba CHPê ya di meclsa Tirkiyê de cara ewilî axifî û got:

“Îro pêşdeçûnekî nû çêbû. Bila karê Özgür Beg yê nû li ser xêrê be. Wê bi min re hevdîtin bikira le heya niha nebû. Ji min re gotibû ku piştî bi hevalên xwe biaxife dê li min bigere lê negeriya. Dê bigere. Divê tiştekî baş bizanibe. CHP bi kok e. Dewlet ava kiriye. Rê dide ber dewletê. Pêweiste qiymetên exlaqî biparêze.”

Kılıçdaroğlu piştî dadgehê, kongra CHPê ya ku Özel pê bûbû serokê CHPê betal kir, car din bû serokê CHPê.

Özel jî îro civîna parlemeneterên partiyê kir û bû seroke grûba CHPê ya di meclisê de.

Parve bike: