TR KU SO
FB X
Cîhan

Kiliçdaroglu: Divê guhertînên bingehîn di destûrê de çêbin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2019 20:47

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, sîstem û destûra niha ya Tirkiyê ne demokratîk e û xwest guhertin di destûra bingehîn a Tirkiyê de bên kirin.

Kiliçdaroglu li ser mijara damezrandina partiyên nû ji nav AKPê jî got ku ew mijarê dişopînin lê nizanin ka dê bêne damezirandin yan na. 

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ligel Serokê Rêxistina CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu îro serdana şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir û piştî serdanê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Kemal Kiliçdaroglu di derbarê axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser vegera sîstema berê ya Tirkiyê got, ji xwe em ji sîstema berê nerazî bûn û li Tirkiyê destûrek heye ku bi destê darbekaran hatiye amadekirin û ew jî vê destûrê naxwazin û divê guhertinên bingehîn di destûrê de bêne kirin. 

Kiliçdaroglu li ser benda ji sedî 10 a hilbijartinên Tirkiyê da xyakirin, darbekaran ew bend di yasaya hilbijartinan de bicih kirine û got: “Eger em demokrasiyê dixwazin û dixwazin ku rêz li îradeya xelkê bê girtin, wê demê divê benda hilbijartinan bê rakirin.” 

Kiliçdaroglu li ser mijara avakirina partiyên nû ji nav AKPê jî wiha axivî:

“Mijara avakirina partiyên nû, mijarek e bi temamî li derveyî me ye û ez jî weke we dişopînim. Ka wê bêne avakirin an nayên avakirin, em nizanin. Lê ti caran daxwaziyekî me ya wisa nebû ye ku em vegerin sîstema berê. Jixwe em ji sîstema berê nerazî bûn. Ango em ji sîstemekî wisa nerazî ne ku bi destûra darbeyê tê birêvebirin. Weke mînak, kê benda hilbijartinan a ji sedî 10 anî, darbekaran anî, lê hê jî tê parastin. Eger em demokrasiyê dixwazin û dixwazin ku rêz li îradeya xelkê bê girtin, wê demê divê benda hilbijartinan bê rakirin. Divê di destûrê de guhertinên bingehîn bêne kirin. Beriya her tiştî jî divê serokomar kesekî bêalî be. Sîstema berê demokratîk nebû.”

Parve bike: