Kiliçdaroglu: Êrîseke plankirî bû, dixwazin CHP derxin kolanê
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku doh 21ê Nîsanê li Enqerê di merasîma cenazeyê leşkerekî ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin de rastî êrîşa komek nijadperest hatibû got, “Êrîşeke plankirî bû. Tevdîrên ewlekariyê kêm bûn.”
Kiliçdaroglu îro piştî êrîşa doh ji rojnamevnan re diyar kir ku bi hizra min dixwazin CHPê derxin kolanan û derbarê êrîşê de wiha got:
“Êrîşeke plankirî bû. Protesto tê qebûlkirin, lê ev cuda bû. Tevdîrên ewlekariyê kêm bûn.”
Serokê CHPê da zanîn, hêzên asayîşê xwestine wî bi kamuflajên leşkerî ji mala ku tê de asê bibû derxin, lê wî qebûl nekiriye.
Li ser gotinên Wezîrê Bergiriyê Hulusî Akar yên dema bûyerê ku ji êrîşkaran re gotiye, ‘We peyama xwe da, êdî aram bin” jî Kiliçdaroglu diyar kir, ‘Gelo xwestiye çi bêje, divê ji wî bê pirsîn. Divê em hestiyar bin.”