Cîhan
Kiliçdaroglu: Li Stenbolê Îmamoglu bi ser ket
PeyamaKurd - Seroke Giştî ye CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê hilbiajrtinan da daxuyanîyek da û li Stenbolê namzedê Tifaqa Milletê Ekrem Îmamoglu bi ser ketîye.
Kemal Kilicdaroglu li demjimêr 23.45an derket pêşberî kamerayan û got tevî hemû bêedaletîyan, fişaran û bangeşeyên reşkirinê gel demokrasî bijart.
Kiliçdaroglu, “Li gorî amarên berdest li Stenbolê Ekrem Imamoglu bi ser ketîye. Berî ku jimartin biqede Binali Yildirimê ku serokwezîrî û serokatîya meclisê kirîye derketiye û dibêje em ser ketin, ev daxuyanî lê nehat.”
Sero^ke CHPê Kiliçdaroglu bal kişand ser ewlehîya sindoqan û got heta 48 saetan bila tu kes sindoqan neterikîne. Hûn dê bimînin dê bihar were Stenbolê.