TR KU SO
FB X
Cîhan

Kiliçdaroglu pirsî: Gelo ew kes ji ber bertîlê hat girtin?

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 hezîran 2023 00:31

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li ser girtina Alîkarê Serokê berê yê Sindoqa Fona Dewlemendiya Tirkiyeyê Mehmet Bostan de got, “Gelo ew ji ber girtina bertîlê yan ji ber parvenekirina bertîlê girtî ye?”

Kemal Kiliçdaroglu, îro di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re girtina Alîkarê Serokê Giştî yê berê Mehmet Bostan û karsaz Bulent Goktuna bi hinceta ku bi navbeynkariya komîsyoneke derqanûnî ya 25 milyon dolarî zirar daye dewletê nirxand.

Kiliçdaroglu, qanûna ji bo TMSF ya ku berê li Meclîsê hatibû qebûlkirin bi bîr xist û wiha got:

"Fona Dewlemendiya Tirkiyeyê qutiya reş e ku hikûmeta Qesrê ji her cure kontrolê dûr xistiye. Niha serokê wê yê berê hatiye girtin. Erdoganê ku qanûna ‘Gendeliya di nav TMSFê de nayê lêpirsînkirin’ ji meclisê derbas kir dipirsim; gelo ew kes ji ber girtina bertîlê yan ji ber parvenekirina bertîlê girtî ye?”

Parve bike: