Cîhan
Kilicdaroglu: Qet meraq nekin wê hemû kevir rûnin cihê xwe!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu, piştî ku Seroka IYIPê Meral Akşener, vekişîna ji maseya şeşqolî ragihand, banga civîna awarte li Rêveberiya Navendî ya CHPê kir.
Kilicdaroglu derbarê daxuyaniyên Meral Akşener ên hilweşandina maseya opozîsyonê bi kurtî daxuyanî da û got: “Qet meraq nekin, wê hemû kevir rûnin cihê xwe.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku duh 2yê Adarê di civîna 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê de, ji bilî IYIPê 5 partiyan ji bo namzediya hilbijartinên serokomariyê li ser navê Kemal Kilicdaroglu li hev kir, Meral Akşenerê ji bo îro 3yê Adarê banga civînê li partiya xwe kir û piştî civînê jî vekişîna ji maseya şeşqolî ragihand.