Cîhan
Kirby: Budçeya ku Amerîka bide Ukraynayê nema ye
PeyamaKurd – Serokê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby da xuyakirin ku êdî budçeya Amerîkayê nemaye ku bide Ukraynayê,.
John Kirby, da zanîn ku ji bo Amerîka bikare piştevaniya Ukraynayê bike, budçeya wan a zêdetir tune ye û ji bo budçe bê derxistin jî pêwîstî bi biryara kongreyê heye.
Kirby got: "Serok Biden, ji bo telafîkirina pakêta alîkariyê ya fona dawî îmze kir û hemû evqas e. Ji bo em bikarin piştevaniya Ukraynayê bidomînin, pêdiviya me bi erêkirina kongreyê heye.”
Herwiha Kirby diyar kir ku hêj fona pakêta ji aliyê Biden ve 27ê Kanûna borî hatiye îmzekirin, bo Ukraynayê nehatiye radestkirin.