Cîhan
Koalisyon: Li dijî ISÎDê em ê bi HSDê re bixebitin!
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got em ê ji Sûriyê derkevin, di derbarê mijarê de ji aliyê koalîsyon û HSDê ve daxuyaniyek hat.
Berdevkê koalîsyonê Serheng Ryan Dîllon got ku li nêzîkî Firatê û tixûbê Iraqê du herêm di bin qontrola IŞÎDê de ne û li dijî IŞÎDê em ê bi HSDê re bixebitin û ev xebat wê berdewam bin. Hê IŞÎD hêzdar nebûyî divê em li dijî wê hinek operasyonan bikin.
HSDê jî wiha got: “Xebatên me yên bi koalîsyonê re di çarçova operasyonên hevbeş de didomin.”