Cîhan
Koalîsyon qedexeya bo bihewaketina balafiran destek kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî biryara qedexeyê dabû ku hemû balafirên taybet û yên biyanî dê nikaribin ji ser axa Iraqê bihewa bikevin. Koalîsyona li dijî İŞİDê jî destekê da biryara serokwezîr û got ku dê bo biryarê rêz bigere û bicîh bîne.Koalîsyon weha ragihand:
“Serpereştên koalîsyona navdewletî û wezareta bergiriyê ya Iraqê hevdîtin kirin û behsa îzna balafirên koalîsyonê kirin. Wê koalisyon li pey biryara serokwezîr here.”