Cîhan
Koalîsyonê Artêsa Sûriyê bombebaran kir!
PeyamaKurd- Erkdarên Artêşa Sûriyê gotin ku koalîsyona ku di bin serokatiya Amerîkayê de ye, li Humsê Artêşa Sûriyê bombebaran kiriye û leşkerekî Sûriyê kuştiye.
Hat ragihandin ku li Humsê 150 km.yî li Rojhilatê bajarê Palmîrayê koalîsyonê Artêşa Sûriyê bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de serbazekî Sûriyê hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan Artêşa Sûriyê bersiva êrîşa 3 cemseyên Amerîkayê dabû ku bi aliyê El-Halba ve diçûn. Êdî êrîş piştî vê bûyerê bûye.
Ji xeynî vê jî çapemeniya dewleta Sûriyê îdda kir ku koalîsyonê li Herêma Dêra Zorê gundê Eş-Şaafayê bombebaran kiriye û di encamê de 8 sivîl hatine kuştin.