TR KU SO
FB X
Cîhan

Koalisyonê bi pêşengiya Erebistana Siûdî li Yemenê xist

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2026 10:09

PeyamaKurd - Televizyona El-Mesîra ya ku nêzî Hûsiyên Yemenê ye ragihand ku di encama êrişên hewayî yên koalisyona bi pêşengiya Erebistana Siûdiyê de 2 zarok jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyê, êriş li herêmên Zubab û Makbene yên parêzgeha Taizê hatine kirin û di encamê de 2 kes jî birîndar bûne.

Ev pêşveçûn di demekê de rû dide ku alozî û pevçûnên di navbera Hûsiyên Îran piştgirî dide wan û hêzên hikûmeta Yemenê de zêde bûne.

Koalisyona Siûdî duh jî ragihandibû ku Hûsiyan bi moşek û dronan êrişî Erebistana Siûdiyê kirine û di encamê de 13 sivîl birîndar bûne, gelek mal û wesayîtan jî zirar dîtine.

Parve bike: