TR KU SO
FB X
Cîhan

Komara Orta Afrîkayê cezayê darvekirinê rakir

Admin M
Nivîskar
📅 29 gulan 2022 00:48

PeyamaKurd – Komara Orta Afrîka qanûna ku cezayê darvekirinê radike di meclisê de qebûl kir û cezayê dardekirinê rakir. Li gor ragihandina çapemeniya dewleta komarê, qanûn di meclisê de bi yek dengî hatiye qebûlkirin.

Cezayê darevekirinê ya herî dawiyê di sala 1981 an de hatiye bicîhanîn. Ji bo bicîhkirina qanûn destpêbike, divê serokkomar Faustin Archange Touadera qanûnê îmze bike.

Li Afrîkayê di sala 2016 an de welatê Gîne, di 2020 an de welatê Çadê û di sala 2021 ê de Sierra Leon cezayê dardekirinê rakiribûn.

Parve bike: