Cîhan
Komeke çekdar li Bexdayê jina çalakvan a Almanî revand
PeyamaKurd - Li Bexdayê ji aliyê komek çekdar a nenas ve çalakvaneke jin a Almanî hat revandin.
Li gor ajansa “AFB” ragihand, do çalakvaneke jin a rêvebira beşa rewşenbîrî ya Peymangeha Gotê ya Almanî Hella Mewis, li Bexdayê ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat revandin.
Hat diyarkirin, Hella Mewis di saet 20:00an de li nêzîkî navenda Gotê ji aliyê komeke li otombîleke Pickup û motorsîkletekê siwar bûbûn hate revandin.
Hella Mewis ji sala 2015an ve li Bexdayê ye û piştevaniya projeyên rewşenbîrî yên ciwanan dike, bi taybetî di ware hunerê de.
Li Bexdayê her car revandin û kuştina çalakvan, rojnamevan û akdemisyenan rû didin, berî çend rojan jî akademisyenê Iraqê Hîşam El Haşimî li pêş mala xwe li Bexdayê hatibû kuştin.