TR KU SO
FB X
Cîhan

Komîsyona Ewropayê bang li hemwelatiyên YEyê dike: Rêwîtiyê nekin

Admin L
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2020 17:30

PeyamaKurd Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen bang li hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û got, di navbera welatên yekîtiyê de rêwîtiyê nekin.

Ursula von der Leyen diyar kir, ku kêmkirina pêketinên vîrusa Korona yek ji berpirsiyên civakî yên 450 milyon hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê ne.

Wê diyar kir, divê hemwelatiyên YEyê bi tenê di ‘‘rewşên mecbûrî’’ de li yekîtiyê rêwîtiyê bikin û wê qebûl kir ku wan di mehên havînê de hin tedbîr zû sist kirine.

 

Parve bike: