TR KU SO
FB X
Cîhan

Komîsyona Ewropayê Brexit a Brîtanyayê pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2020 00:36

PeyamaKurd – Rêkeftina Brexit (cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê) ya Brîtanyayê ji aliyê Komisyon û Meclisa Ewropayê ve hat pesend kirin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Parlamena Ewropayê Charles Michel îro derketina Brîtanya ji YEyê îmze kirin. Piştî erêkirina Parlamena Giştî ya Brîtanyayê, Qralîçeya Brîtanya Elizabeth a duyemîn, bi fermî derketina ji YEyê îmze kiribû.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson piştî pesendkirina derketina ji YEyê got; “Car caran me digot, em ê ti carî dawiya Brexit nebînin, lê me ev yek derbas kir.”

Brîtanya piştî endamtiya xwe ya 40 salan a Yekîtiya Ewropayê xwest wek welatekî serbixwe tevbigire û ji YEyê cûda bibe.

Referandûma Brexitê sala 2016an hatibû encamdan ku bi piraniya dengên gel Brexit hatibû erêkirin.

Parve bike: