TR KU SO
FB X
Cîhan

Komîsyona Hilbijartinê: Roja hilbijartina pêswext teqez e nayê guhertin

Admin H
Nivîskar
📅 27 nîsan 2021 19:35

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku biryare 10ê Cotmeha 2021ê were encamdan daxuyanî da û destnîşan kir, dema hilbijartinên pêşwext a hatiye diyar kirin teqez e û qet nayê guhertin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê îro 27ê Nîsanê daxwaz ji partiyên siyasî û namzedan kir, hevpeymaniyên xwe  û navê xwe tomar bikin û dema herî dawî ya ji bo nav tomar kirinê roja 1ê Gulana 2021ê ye.

Komîsyonê red kir ku dema hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê bê guhertin û diyar kir: “Hilbijartin teqez di dema hatiye diyar kirin de dê bê kirin û teqez guhertin di dema pêkhatina hilbijartinan de nabe.”

Parve bike: