Komîsyona NY: Li Sûriyê di navbera girtî û wendayiyan de ferq tine
PeyamaKurd – Demek berê li Sûriyê rejîma Esed efû derxistibû û hinek zîndanî hatibûn berdan. Lê li gor Neteweyên Yekgirtî; di babeta sîvîlên zîndanîkirî de, di navbera zîndanîkirin û wendayiyan de ferq tine. Serokê komisyona serbixwe ya lêkolînên li Sûriyê yê Neteweyên Yekgirtî Paulo Pinheiro li Brukselê di konferansa bi navê ‘Rastî û ber bi edaletê ve: Li Sûriyê krîza girtiyên ku wenda dibin’ de axifî. Pinheiro got ku li Sûriyê kesên ku rejîma Esed wan girtiye û deh sale ku di zîndanê de ne, li ser dahatûya wan şiroveyan kir. Pinheiro ragihand ku kesên deh sale li Sûriyê girtîne, kes dahatûya wan nizane û weha dewam kir:
“Tê texmînkirin ku piraniya girtiyan hatine kuştin û wan xistine mezelên komkî. Girtiyên din jî di şertên xerab de li wan îşkence hatiye kirin û li hember wan xerab tevgeriyane. Îro li Sûriyê di navbera zîndanîbûn û wendabûnê de ferq tine. Ji bo ew kesên sîvîl yên ku wendane, divê li ser wan lêkolîn bênkirin û ji bo wê jî divê mekanîzmeyekî serbixwe ku di asta navdewletî de xwediyê erkê be, bê avakirin.
Avakirina mekanîzmayê çiqas dereng bimîne, wê zelalkirina wendayiyan ewqas bi zahmet bikeve. Rejîma Esed bizanîn li ser rewşa girtiyan ya rojane agahî nade malbatên wan û bi sed hezarî kesan mexdûr dike. Pêwiste Sûriye ji bo rêxistinên mirovî, temamê navendên girtiyan an zîndanan serbest bihêle da xwe bigîhinin zîndaniyan.”