TR KU SO
FB X
Cîhan

Kompaniya Amerîkî: Me derziya covid-19 bipês xist, em li benda destûrê ne

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2020 20:26

PeyamaKurd – Kompaniya dermanan Medicago ya navenda wê li Kanada ye û ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve tê fînansekirin, ragihand ku wan derziya başkirina ji vîrûsa koronayê bipêş xistiye û heger Saziya Dermanan û Xurekan a Amerîkayê (FDA) destûrê bide dikarin di nav mehekê de 10 milyon derziyên covid-19 hilberînin.

Li gorî nûçeya Euronewsê CEOyê Medicagoyê Bruce Clark gotiye, wan çawa koda genetîka coronavîrusê tesbît kiriye, di nav 20 rojan de derziya wê jî bipêş xistine û niha jî pêwîstî bi erêkirina FDAyê heye.

Clark dibêje heger astengên burokratîk rabin, wê derziya covid-19 di meha 11 ya 2020an de amade bibe.

Beriya niha ji Çînê û Îsraîlê jî daxuyaniyên ku derziya dermanê Covid-19 çêkirine hatibûn belavkirin, lê heta niha ti dermanekî nû yê başkirina wê vîrûsê hîn li ser nexweşan nehatiye bikaranîn.

Parve bike: