TR KU SO
FB X
Cîhan

Konseya Awrûpayê 22 mirovên xwe bo hilbijartinan sand Tirkiyê

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2019 03:18

PeyamaKurd- Kongre ya Rêvebiriyên Mehelî û Herêmî ya bi ser Konseya Awrûpayê, bo şopandina hilbijartinên Tirkiyê, ji 20 welatî 22 mirovên xwe şand Tirkiyê. Hinek ji heyetê, di bin serokatiya Andrew Dawsonê Brîtanî (Îngîlîz) de, li Ankarayê, do û îro bi temsîlkarên partiyên siyasî, rêxistinên sîvîl û temsîlkarên medyayê re hatin cem hev.

Heyet bi hinek temsîlkarên rêxistinên dewletê û şefên mîsyonî re hevdîtinan kirin. Li gor ragihandina çapemeniya Tirkiyê; endamên heyetê, wê li bajarên mezin yên weka Ankara, Îstenbol û İzmirê û her çar aliyê Tirkiyê, di dema dengdanê û jimartina dengan de çavdêriyê bikin.

Parve bike: