Konseya Ewropa: Qeyûm ji bo hilbijêran û demokrasiyê heqaret e
PeyamaKurd - Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape, bertek nîşanî destdanîna ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê da û got: “Qeyûm ji bo hilbijêran û demokrasiyê heqaret e.”
Anders Knape, li ser destdanîn û tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de bûn wiha axivî:
“Di dema şewba koronayê de jî em dibihîzîn ku Tirkiye li başûrê rojhilatê welat (Bakurê Kurdistanê) şaredaran ji peywirê distîne û qeyûman li şûna wan datîne. Şaredarên wan şaredariyan 31ê Adara 2019an ji aliyê ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, lê niha ji aliyê karmendên dewletê ve têne birêvebirin. Lêpirsînên zêde yên li ser nûnerên hatine hilbijartin û peywirdarkirina kesên li şûna wan heqaretek e li kesên ku piştgiriyê didin hilbijartinên azad û bi edalet. Ev rewş di heman demê de li dijî demokrasiya li Tirkiyeyê jî gefeke mezin e.”
Anders Knape da xuyakirin, “Kongreya me ji bo biryara li ser şaredarên hatine hilbijartin û piştre jî hatine girtin ji Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê nirxandineke fermî xwest û em li benda weşandina vê raporê ne.”