Cîhan
Konsolosa mezin ya Îngîltere Ûkranayê derket
PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere temamê mîsyonên xwe yên dîplomatîk bi sedema nebûna ewlehiya wan, li Ûkraynayê girt. Wezîra karên derve ya Îngîltere Liz Truss di axaftina komîta karên derve ya parlementoyê de axifî û got ku li Ûkraynayê temamê mîsyonên xwe yên dîplomatîk girtine. Truss weha got:
“Serbalyoza me Melinda Simmons bi sedema ewlehiya ciddî ji Ûkraynayê derket.”
Konsulxaneya Îngîltere berya şerê Rûsya-Ûkrayna destpêbike ji Kîevê çûbû bajarê Lvîvê.