Cîhan
Konsulxanya Amerîkayê ya li Qutsê îro tê vekirin!
PeyamaKurd- Konsulxanya Amerîkayê ya li Qutsê wê îro were vekirin. Gelê Filistînê jî ji bo ku vê geşedanê bi rengekî berfireh protesto bikin, amadekariyên xwe dikin.
Tevî ku raya giştî ya navnetewî gelek bertek jî dan, Amerîka îro Konsulxaneya xwe ya li Tel Avîvê ya paytextê Îsraîlê bar dike û têne li Qutsê vedike.
Li dijî vê geşedanê Gelê Filistînê jî ji bo protestoyan amadekariyan dikin. Lê gelê Îsraîlê jî ji duh de pîrozbahiyan li dar dixin.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku ew ê konsulxaneya xwe di salvegera damezrandina Îsraîlê de bînin Qutsê. Îsraîl di 14ê Gulana 1948an de hatibû damezrandin.