TR KU SO
FB X
Cîhan

Koşka Sipî: Rûsya û Ûkrayna ji bo bajarê Oleshkyê agirbesa demkî ragihandin

Admin M
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2026 19:49

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku Rûsya û Ûkrayna ji bo bajarê Oleshkyê agirbesa demkî ya leşkerî ragihandine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku jina Trump an ku First Lady ya Amerîkayê Melania Trump xebat kiriye ku di navbera her dû dewletan agirbesekî tenê di bajarê Oleshkyê ya demkî kiriye û xebata wê encam daye.

Melania Trump û nûnerê wê ji bo şertên agirbesê destnîşan bikin raste rast bi rayedarên Rûsya û Ûkrayna re têkilî danîne.

Trump bi navbeynkariya taybet têkiliyan meşandiye, hedefa peymanê, prosedurên teknîkî, wext û şertên bicîhanînê di navbera terefan de çareser kirine.

Li gor daxwuyaniyê; her dû teref ji bo amadekirina alîkariya mirovî bigihê deverê û ji bo sîvîlan di korîdorekî bi ewlede tehliye bikin, temamê tevgerên leşkerî li Oleshkyê rawestiyan. Agirbes dê di 29ê Cotmehê de dest pê bike.

Li ser rewşa bajarê Oleshky first Lady Melania Trump got ku rewşa mirovî li deverê nexweş bûye, bineciyên li bajêr pêdiviya wan bi alîkariyê heye û weha dewam kir:

“Bajarê Oleshkyê li ber bobelatekiye, di cepha şer de ye, kesên li bajêr mane piraniya wan extiyarin. Ji bo wan desteka tenduristiyê, derman, xida, ava paqij û elektrîk lazime û jiyana wan di nav sehayên bi mayînde derbas dibe.

Wê kesên sîvîl ji her du welatan seredana malên bajêr bikin û pêdiviyên wan tesbît bikin. Yên bixwazin tehliye bibin ku derê bixwazin de wan bibin wan deran. Dibe ji xelkê wê derê hinek herin Rûsyayê û hinek herin Ûkraynayê.

Krîza li bajarê navborî di civîna NY ya li New Yorkê de bala Melania Trump kişandibû û dest bi xebat navbeynkariyê kiribû.

Parve bike: