Koska Spî êrisa Îranê pistrast kir: Trump ji nêz ve mijarê disopîne
PeyamaKurd – Piştî êrişên moşekî yên Iranê li dijî binkeyên Amerîkayê, Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump niha ji nêz ve û bi hûrgilî mijarê dişopîne.
Berdevkê Koşka Spî li ser Twitterê ragihand, ew agahdar bûne ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine.
Berdevkê Koşka Spî dibêje, wan zanyariyên têkildarî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê dane Donald Trump û tekez kir, Trump niha ji nêz ve û bi hûrgilî mijarê dişopîne.
Îşev Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyeke 4 bendî destpêkirina ‘tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê’ aşkere kir û ragihand, ku wan bi dehan mûşekan binkeyên Amerîkî kirine armanca êrîşan.
Supaya Pasdaran a Îranê herwiha hişyarî da Îsraîlê û welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan