TR KU SO
FB X
Cîhan

Kosova ji Amerîkayê fuzeyên Javelin yên tanksawarn dikire

Admin M
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2024 02:36

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Kosovayê Ejup Maqedonci ragihand ku Amerîka daxwaza kirîna tanksawarên Javelin yên ji Amerîkayê qebûl kiriye. Maqedonci got ku Amerîka di şiyanên Kosovayê yên bergiriyê de destekvanê bingehîn e.

Maqedonci, ragihandina xwe di televîzyonekî Kosovayê de kir û got:

“Em dizanin ku wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo erêkirinê daxwaznamê dê bişîne Kongre ya Amerîkayê. Ji ber Amerîka destekvanê me yê herî başe, ez bawer dikim dê kongre daxwazê qebûl bike.”

Bihayê heb a fuzeyan diyar nîne lê wê bi Amerîkayê re bazarê bikin û hem wê çend fuzeyan bikirin, ew jî li ser pêdiviyên artêşê maye.

Parve bike: