TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlin: “Em amade ne bi Ûkrayna re hevdîtinan bikin”

Admin M
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2026 19:11

PeyamaKurd – Kremlinê ragihand ku ji bo şerê navbera Rûsya û Ûkrayna biqede amade ne ku bi Amerîka û Ûkrayna re, di meha pêşiya me de wekî qaîde hevdîtinan bike. Di navbera her dû terefan de ji meha Sibatê heya niha hevdîtin nebûye.

Şêwirmendê taybet yê siyaseta derve yê Kremlinê Yuri Uşakov,li ser hevdîtina Putin û nûnerê taybet yê Trump Steve Witkoff ku îro li St. Petersburgê hevdîtin kirin daxwuyanî da.

Uşakov, ragihand ku Putin ji Witkoff re gotiye ku weka prensîb amade ye di meha pêşiya me de dest bi muzakereyan yên navbera Amerîka û Ûkraynayê bike.

Uşakov got; piştî di navbera wan de şer biqede, di hevdîtinên nûh de, ji bo Rûsya û Ûkraynayê wê li ser avakirina sîstema ewlehiyê hûr bibin.

Uşakov ragihand ku Witkoff ji Putin re gotiye ku rojek berê bi Zelelnskiy, serokwezîrê Norweçê û bi serokkomarê Fînlandiya re li Osloyê hevdîtin kiriye û di derbarê hevdîtinê de agahiyan daye Putin.

Uşakov, got ku Witkoff ji wan re ragihandiye ku di tewrê Kievê û hinek welatên Ewrûpa de guherînên nuh hene lê ji bo çareseriya mijara Ûkraynayê zêde fêda wan guherînan nîne.

Di hevdîtinê de her dû teref li ser mijara Îranê jî axifîne. Putin behsa girîngiya li hev kirina bi Tehranê re kiriye. Uşakov ragihandiye ku Rûsya amade ye çareseriya dîplomatîk ya navbera wan hêsan bike.

Parve bike: