TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Em ji biryara Tirkiyê bas têdigihin!

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2023 23:40

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, biryara Tirkiyeyê ya bo pejirandina endamtiya NATO ya Swêdê nirxand û got, Rûsya ji biryara Tirkiyê baş têdigihe, ji ber ku berpirsiyariyên wê hene.

Peskov got; “Tirkiye endama NATO ye û lewra jî berpirsiyariyên wê hene û pabendî wan berpirsiyariyan e. Ev ji bo me ti carî nebûye sirek. Nêrîneke me ya tozpembeyî çênebûye.”

Herwiha Peskov da zanîn ku ew ji her tiştî baş têdigihin û ev jî beşek ji çîrokê ye.

Hêjayî gotinê ye, doh 10ê Tîrmehê piştî civîna Tirkiye-Swêd û NATOyê, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiyê biryara piştevaniya endamtiya NATO ya Swêdê daye û herdu aliyan li hev kirine.

Stoltenberg da xuyakirin, "Rêkeftin çêbû. Erdogan, ji bo pesendkirina endamtiya Swêdê biryarê bibe parlamentoyê.”

Parve bike: