TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlin: Erdogan û Pûtîn dê sibê hevdîtinek bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 gulan 2022 03:00

PeyamaKurd-Ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ve hat ragihandin ku dê sibê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, hevdîtinek bikin. Peskov ragihand ku dê Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, tevlî hevdîtinê nebe.

Ji aliyê Dmitriy Peskov ve hat ragihandin ku dê sibê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, li ser pêşveçûnên navbera Rûsya û Ukraynayê hevdîtinek bikin. Li gorî daxuyaniya Peskov, ji ber ku formata hevdîtinê ji bo 2 kesan hatiye diyarkirin, dê Vladimîr Zelenskiy tevlî hevdîtinê nebe.

Çend roj beriya niha, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû ku ji bo mijara Ukraynayê, dê roja duşemê (sibê) bi Vladimîr Zelenskiy û Vladimîr Pûtîn re hevdîtinek bike.

Parve bike: