Kremlîn: Îranê ji bo dabînkirina çekan daxwazek pêşkêşî me nekiriye
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de ragihand ku tevî şerê giran ê li Rojhilata Navîn, heta niha rejîma Îranê tu daxwazeke fermî ji bo kirîna çekan ji Rûsyayê nekiriye. Peskov tekez kir ku têkiliyên her du welatan wekî "du dewletên dost" berdewam dikin.
Rûsyayê êrîşên li ser Îranê şermezar kirin
Peskov bi navê Kremlînê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser axa Îranê (yên 28ê Sibatê) bi tundî şermezar kirin. Moskowayê bang li hemû aliyan kir ku ji bo rêgirtin li karesateke mezintir a mirovî û leşkerî, tavilê agirbestekê rabihînin û vegerin ser maseya diyalogê.
Berdevkê Kremlînê bal kişand ser hewildanên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo sînordarkirina gaza xwezayî ya şil (LNG) ya Rûsyayê.
Peskov hişyarî da ku ev gav dê krîza enerjiyê li Ewropayê kûrtir bike û rasterast bandorê li pîşesazî û jiyana welatiyên Ewropî bike.
Li ser pirsa bandora şerê Rojhilata Navîn a li ser aboriya navxweyî ya Rûsyayê, Peskov diyar kir ku ew destûrê nadin şer bibe sedema giranbûna bihayê sotemeniyê li bazarên Rûsyayê. Wî destnîşan kir ku rewşa enerjiyê ya hundirîn di bin kontrolê de ye.
Her çend Rûsya piştgiriyeke dîplomatîk dide Tehranê jî, lê çavdêrên siyasî bawer dikin ku Moskova di vê qonaxê de naxwaze bi şandina çekên pêşketî (wekî sîstemên S-400) rasterast bikeve nav şerê Amerîka û Îsraîlê.