Kremlîn: Kamala Harris namzedeke ku em dikarin li serê pêsbîniyê bikin
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevanê rûs Pavel Zarubin de diyar kir ku di hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ew piştgiriya namzedekî nakin, lê belê namzeda Demokratan Kamala Harris ji yê Komarî Donald Trump rikbereke ku ew dikarin pêşbîniya hewlên wê bikin e.
Peskov diyar kir ku di hilbijartinên DYAyê de namzedekî wan tune û got: “Lê helbet Demokrat bêhtir pêşbînîker in. Tiştê ku Putin li ser pêşbîniya xwe ya di derbarê Serokê niha yê DYAyê Joe Biden got, hema hema ji bo hemû Demokratên ku di nav de Xanima Kamela Harris jî heye jî derbazdar e."
Peskov diyar kir ku ew li bendê ne ku têkiliyên bi Washingtonê ra baş bibin û wiha dom kir: "Gavên ku DYA ji bo binpêkirina berjewendiyên welatê me avêtine, ji sînorên daqurtandinê derbaz bûne."
Berdevkê Kremlînê balê kêşa ser wê yekê ku wekî ku Trump soz dabû, tu çîçekeke efsûnî tune ku wê di şevekê de qeyrana Ûkraynayê çareser bike û diyar kir ku xeyal e meriv bifikire ku serokê siberojê yê Dewletên Yekbûyî di axaftina xwe ya sondxwarinê de ragihîne ku Washington alîkariyên leşkerî yên ji bo Ûkraynayê rawestandiye.