TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Wê hevkariya Enqere û Moskowê hîn kûrtir bibe!

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2023 23:15

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di civîna rojnamevanî ya rojane de, derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de daxuyanî dan.

Peskov got, ew difikirin ku wê di heyama bê de hevkariya navbera Enqere û Moskowê hîn kûrtir bibe û diyar kir, “Em hilbijartinan ji nêzîk ve dişopînin û rêzê li biryara gelê Tirkiyê digirin.”

Herwiha Peskov bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ya di warên aborî, enerjî, bazirganî û berjwendiyên dualî û got ku ew hilbijartinan ji bo vê hevkariya sûdewar a gelên Rûsya û Tirkiyeyê bi eleqeyeke mezin dişopînin.

Parve bike: