Cîhan
Kremlînê daxuyaniya Erdogan a Qerebaxê red kir: Nehatiye behskirin!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro derbarê peymana agirbestê û dawîanîna şerê Qerbexa Çiyayê de dabû xuyakirin ku wan ligel Rûsyayê protokelek îmze kiriye û hêzên tirk jî ligel yên rûsî ji bo parastina aştiya Qerebaxê cî digirin.
Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ti carî behsa hêzên Rûs-Tirk bo parastina aştiya Qerebaxê nehatiye kirin.
Peskov li ser pirsa rojnamevanan ragihand, "Nexêr behsa hêza aştiyê ya Rûs-Tirk nehatiye kirin. Ev mijar ti carî nehatiye axaftin. Hevkariya me ji bo Qerebaxê ligel Tirkiyê tune ye. Wê li ser erdên Azerbaycanê hebin.”