TR KU SO
FB X
Cîhan

Krîza qeydkirina axaftinên Trump dengveda

Admin M
Nivîskar
📅 25 îlon 2018 17:12

PeyamaKurd- Hatibû ragihandin ku cîgirê wezîrê dadê yê Amerîkayê Rod Rosenstein fermana qeydkirina axaftinên Trump dabû. Tevî vê agahiyê Rosenstein dev ji karê xwe bernedabû lê piştî civîna Neteweyên Hevgirtî wê bi Trump re rû bir û biaxife.

Rod Rosenstein bi qeydkirina axaftinên Trump û bi sitendina wî ji wezîfê ku dikeve maddeya makezagona Amerîkayê ya 25 an tê tewanbarkirin.

Di vê babetê de Qesra Sipî bi awayeka nivîskî di mijarê de ragihand ku niha Trump dikeve civînên Neteweyên Hevgirtî de ye û wê roja pêncşemê Trump û Rosenstein hevdîtinê bikin.

Parve bike: