Cîhan
Krîza Sûriyê | Proseya Cenevê tê zindîkirin, yekem civîn sibe ye
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir O. Pedersen sibe înê dest bi danûstandinên zindîkirina proseya Cenevê dike.
Pedersen serê meha Çileya îsal hatibû ser kar û civîna xwe ya yekem a girîng li ser krîza Sûriyê sibe ligel aliyên têkildar li dar dixe.
Hat ragihandin ku Geir Pedersen sibe bi dîplomatkarên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî, Brîtanya û Amerîkayê re li ofîsa NY ya Cenevê li ser mijara Sûriyê dicive.
Hat zanîn ku armanca Pedersen a sereke ji nû ve zindîkirina proseya Cenevê ye ku mijarên herî girîng jî damezrandina Komîteya Destûrê û nexşerêya siyasî ya Sûriyê ye.
Dê Pedersen piştî vê civînê jî meha Gulanê bi garantorên pêvajoya Astanayê re dîsa li Cenevê bicive.