Cîhan
Kuba | Li depoya çekan teqîn: 13 lesker winda ne
PeyamaKurd – Li eyaleta Holguinê ya rojhilatê li Kubayê, li depoya çek û cebilxaneyan teqîn çêbû.
Artêşa Kubayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqînê de 13 leşker winda bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê ku xwe dispêre rayedaran teqîn ji ber şewata li înşaetekê pêk hatiye.
Artêşa Kubayê eşkere kir ku 4 serbaz û 9 leşkerên wê winda de ne.
Her weha hat ragihandin ku 361 kes piştî teqînê neqlî cihekî ewle hatine kirin.
Rayedaran ragihand ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam e.