Kuba paketa bi 175 xalan ya reforma guherînê ragihand
PeyamaKurd – Hukumeta Kubayê ji ber tengasiya aboriya welat û hem ya civakî ji bo bandora wan li ser welat kêm bike, paketa reformê amade kir.
Paketa reformê ji 175 xalan pêk tê ku tê de cîh dane veberhênana taybet û hem di rêvebiriya giştî de dê guherînan bikin. Li gor çapemeniya Kubayê; bi sedema givaşên Amerîkayê yên ser Kubayê hukumeta bi serpereştiya serokê dewletê Miguel Diaz-Canel dê pêngavên nûh bavêjin.
Di paketa ku pêşkêşî parlementeran kirin de ji 175 xalan pêk tê û tê de zêdekirina veberhênanê û desteka wê heye. Veberhênanên taybet di paketê de tên destkkirin, di dezgeyên giştî de nermahî çêdikin û dê sektora fînansê ji bankayên taybet re vekin.
Di sektora taybet de kêmkirina karên burokrasiyê heye, di xizmeta giştî ya dewletê de biçûkkirin heye û ji bo Kubayiyên ku li derveyê Kubayê dijîn, ji bo wan dê li Kubayê mafên weka hev çawa dane biyaniyan, dê bidin wan jî.
Di paketê de heye ku şaredarî karibin îtxalat û îxracatê jî bikin. Şîrketên xizmeta giştî dê karibin dowîzan an ku perên biyanî li cem xwe bihêlin.
Serokwezîrê Kubayê Manuel Marrero ragihand ku ev reform wan ji sîstema sosyalist dûr nake û reform tê vateya pêngavên stratejîk.
Bendene di nêz de ev pakata reformê bibe yasayî û di meclisê de qebûl bibe.
Di nav 6 salên dawiyê de aboriya Kubayê di nav krîzê de ye. Elektrîka welat gelek caran tê birîn. Di pêdiviyên bingehîn de xelayî heye, di hilberînê de paşketin heye, enflasyon bilinde û dibe di aboriya Kubayê de di sala 2026an de %7,2 biçûkbûn çêbibe.