Kurd razîbûnê nîsan bidin avakirina hikûmeta Iraqê temam e
PeyamaKurd - Endamekî Hevpeymaniya Nesr ragihand, ku heftiya pêşiya me bi beşdarbûna aliyên Kurd dê firaksiyona herî mezin a Parlamentoya Iraqê ragihînin.
Li Iraqê hewldanên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin berdewam dike. Aliyên li hev kirine dixwazin Kurdan razî bikin da ku bi hev re herin parlamentoyê.
Li gor agahiyên ji Rûdawê, biryar e heftiya pêşiya me şandek ji Bexdayê were Herêma Kurdistanê û li gel aliyên Kurd hevdîtinan bike, ku tê payîn di dawiya vê mehê de Parlamentoya Iraqê yekemîn rûniştina xula çaremîn bike.
Ji aliyekî Hevpeymaniya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî ji aliyê din ve jî hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî hewla pêkanîna fraksiyona herî mezin didin. Herdu alî jî dixwazin hikûmet û serokwezîrtî di destê wan de be.”
Endamê Hevpeymaniya Nesr Elî Sinêd ragihand ku destpêka heftiya pêşiya me dê hevpeymaniyên Saîrûn, Nesir, Hîkme û Weteniye fraksiyona herî mezin ji aliyê wan ve were ragihandin. Herwiha diyar kiriye, ku hemû amadekarî hatine kirin û alî jî li ser bernameya lîsteyan rêkeftine.
Elî Sinêd gotiye, ku biryare şandek serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel aliyên Kurdî rûne da ku ji bo beşdarbûna vê fraksiyona mezin wan razî bike.
Ji aliyê din ve Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa jî hewldanên xwe yên ji bo razîkirina Kurdan zêdetir kirine.
Hêjayê gotinê ye, ku li gorî encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê tu partiyek bi serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne. Lewma divê hikûmeteke hevpeymanî were avakirin.