TR KU SO
FB X
Cîhan

Kurê rêberê El-Qaîde yê berê li Iraqê û serkirdeyekî din ê wê rêxistinê hatin kustin

Admin L
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2021 15:37

PeyamaKurd – Kuştina kurê rêberê El-Qaîde yê berê li Iraqê “Ebû Omer Bexdadî” û serkirdeyekî din ê wê rêxistinê hat ragihandin.

Li gor çavkaniyekî ewlehiyê ragihand, hêzeke Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê, kurê Ebû Omer Bexdadî Suhêb Hamid El-Zawî û Waliyê Enbarê kuştin.

Pisporê di warê El-Qaîde de Fadel Ebû Rexîf li ser Twittera xwe da zanîn: “Tiştê ku Îstixbarata Leşkerî kiriye, serkeftineke istixbaratî ya bi kalîte ye”

Li gorî Ebû Rexîf, operasyon piştî “şopandineke bi hûrî û awarte” li biyabana Qaimê, li bakurê Rutba li biyabana Enbarê hatiye pêkanîn.

Ebû Omer Bexdadî, ku navê wî yê rast Hemîd Dawûd Mihemed Xelîl El-Zawî ye, ji sala 2006an heta mirina wî di 2010an de “Emîrê Dewleta Iraqê ya Îslamî” bû.

Parve bike: