Kuweyt: “Ji êrîşên ser sînor û sehayên petrolê Îran û mîlîsên Iraqê berpirsin”
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Kuweytê bi awayekî nivîskî ragihand ku ji êrîşên ser sînorê Kuweytê û yên ser platformên petrolê, Îran û grûbên mîlîs yên terefdarê Îranê yên Iraqî berpirsin û êrîşan şermezar kir.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de xesara maddî û birîndarbûna mirovan çêbûye û weha dewam dike:
“Aşkera îhlala desthilata Kuweytê çêbûye, welatî û kesên li Kuweytê dimînin, tehdîd li ser ewlehiya wan tê kirin û dijberiya an ku dijminahiya rewatiya navdewletî tê kirin.”
Wezaretê got ku Kuweyt li ser bingeha huquqa navdewletî û li gor şertê Netweyên Yekgirtî; xwediyê mafê parastina desthilat, ewlehî û îstîqrara xwe ye û eger pêwist bibîne, mafê wê heye ku tedbîrên pêwist dibîne, bistîne.
Wezareta bergirğiya Kuweytê ragihandibû ku roja Yekşemê li ser sînor, êrîşê ser 3 ciyên kontrolê û êrîşê ser palatforma şîrketa petrolê ya Kuweytê kirine, karker birîndar bûne û xesara maddî çêbûye.