TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: Em ji bo terorîstan rêkeftinekê nakin!

Admin H
Nivîskar
📅 28 sibat 2020 19:57

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî êrîşa ser hêzên Tirkiyê li Idlibê got, “Em nikarîn li Sûriyê rê li pêşîya şerê dijî terorîstan bigirîn û rêkeftinekê bo terorîstan nakin.”

Lavrov di civîneke rojnamevanî de li Moskowê got: “Divê ew rêkeftina di navbera serokê Rûsya û Tirkiyê de derbarê Idlibê de hatiye çêkirin, bê cîbicîkirin û divê opozisyon û terorîst ji hev bên cudakirin û devereke aram bê avakirin ku hêzên Tirkiyê û Sûriyê hevdu topbaran nekin.”

Wezîrê derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku mafê hikumeta Sûriyê heye terorîstan li wan deveran ji nav bibe û ragihand, “Li ser daxwazîya Tirkiyê îro peywendîyeke telefonî di navbera Vldamir Pûtîn û Erdogan de hat kirin û behsa bûyerên doh yên Idlibê hat kirin û wê di rojên pêş de jî peywendî berdewam dibin ji bo kêmkirina aloziyan.”

Parve bike: