Cîhan
Lavrov: "Em Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar naynin"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku welatê wî, Kurdên Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên taybet bikar nayne.
Sergey Lavrov di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke Îtalî de ragihand, ku ku Rûsya ti aliyekî Sûrî ji xwe bikar nayne û bitaybetî jî Kurd.
Lavrov got: Em ne li gel wan kesan in ku dibêjin Kurd li Sûriyê, ji bo pêkanîna berjewendiyên taybet tên bikaranîn û piştî karên wan bidawî bê ewê bên piştguhkirin.
Herwiha Lavrov got: Divê pirsa bikaranîna Kurdan ji wan kesan bê kirin yên ku wan li ser hizra cudabûnê han didin.
Bi gotina Wezîrê Karên Derve yê Rûsya, Amerîka nahêle desthilata Hikûmeta Sûriyê vegere tevahiya axa Sûriyê û vê yekê hişt ku Kurd federaliyê rabigehînin û hêzên xwe damezirînin.