TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: Hevdîtin bê encam man, cihê terorîstan di lihevkirina ser Idlibê de nîne

Admin H
Nivîskar
📅 19 sibat 2020 21:39

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî re, di civîna hevbeş a rojnamevanî de li ser rewşa Idlibê daxuyanî dan.

Lavrov bal kişand ser hevdîtinên heyetên Rûs-Tirk derbarê krîza Idlibê de û ragihand, guftûgoyên bi Tirkiyê re derbarê Idlibê de, bê encam bûn, divê Tirkiye lihevkirina derbarê Idlibê de pêk bîne.

Lavrov da xuyakirin ku Tirkiye pabendî rêkeftina Soçiyê nebûye û şandina çekdaran bo Sûriyê berdewam kiriye.

Wezîrê Rûsî teqez kir ku divê komên çekdar ku wekî terorîst wan bi nav dikin, di ti lihevkirinên derbarê Idlibê de cih negirin.

Lavrov herwiha bang li hemû aliyan jî kir ku divê hevkariyê xurtir bikin, da ku astengî li pêşiya alîkariyên mirovî û dosyeya vegera koçberan nemîne.

Parve bike: