TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: Rêkeftina agirbestê bi temamî nayê bicihanîn

Admin H
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2020 21:29

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê beriya hevdîtina xwe ya ligel hemkarê xwe yê Ermenistanê Zograb Mnatsakanyan ji medyakaran re axivî û banga çareserkirina bilez a qeyrana Qerebaxê kir. Lavrov herwiha got, agirbesta ku ji bo rawestandina şerê Qerebaxê li Moskowê hatiye ragihandin bi temamî nayê bicihanîn û çalakiyên leşkerî berdewam dikin.

Lavrov da zanîn ku wî rojên înê û şemiyê du roj bi aliyên Ermenistan û Azerbaycanê re derbas kirine û bi înîsiyatîfa Pûtîn rêkeftineke girîng hatiye encamdan, lê niha jî tam nayê bicihanîn û çalakiyên leşkerî berdewam dikin.

Mnatsakanyan gotinên Lavrov piştrast kirin û got, Mixabin aniha jî di pratîkê de em nikarin bibêjin ku agirbest hatiye pêkanîn û berpirsê wê jî aliyê Azerbaycanê ye.

Parve bike: