Lavrov: Rojavayî saziyên navdewletî ji bo armancên siyasî bikar tînin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, rexneyên tund li welatên Rojava û rêveberiya Ûkraynayê girt û ragihand ku Rojavayî saziyên navdewletî ji bo berjewendiyên siyasî li dijî Moskovayê bikar tînin.
Lavrov destnîşan kir ku dadgehên navdewletî jî qebûl kirine ku xelkê Donbasê ne terorîst in, lê welatên Rojava li hemberî binpêkirinên li wir bêdeng in û hewl didin zextên xwe li ser Rûsyayê zêdetir bikin.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Lavrov Brîtanya û Almanya bi meşandina kampanyayên medyayî tohmetbar kir û diyar kir ku rejîma Kîevê di armancên xwe de şikestiye.
Li ser mijara desteserkirina pereyên Rûsyayê yên li Ewropayê jî Lavrov hişyarî da û got ku ew bi tu awayî astengkirin û veguhestina diravê xwe qebûl nakin.
Her wiha diyar kir ku di pirsa Rojhilata Navîn de jî ew bi temamî piştgiriya avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê dikin.