Cîhan
Leşkerê Kurd Sami Şeyhmus Heso li Sûriyeyê hat qetilkirin
PeyamaKurd - Leşkerê Kurd ê 26 salî yê artêşa Sûriyeyê Sami Şeyhmus Heso (Sipan Hesekê) ku li Hesekê dijiya, ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û bi awayekî hovane hat qetilkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê, Heso li ser rêya Dêrazorê bi amûrên birînê hat serjêkirin û piştî ku can da cenazeyê wî hat gulebarankirin.
Malbata Heso ku berê jî di şerê li dijî Daîşê de du kurên xwe Hüseyin û Sipan wenda kiribûn, banga lezgîn li desthilatdaran kir ku kujerên Sami bên girtin û darizandin.
Cenazeyê leşkerê ku dayik û bavê wî ne saxin, ji bo li warê xwe were veşartin anîn bajarê Hesekê.