Cîhan
Leskerê Taylandî 12 kesan kust
PeyamaKurd-Leşkerekî welatê Taylandê li bajarê Nakhon Ratchasima yê bi sîlih êrîş kir ser xelkê û di encamê de 12 kesan kuşt.Bûyer li navendeka bazirganiyê ya bi navê Terminal 21 ê çêbû.
Hêzên asayîşê diçin ciyê bûyerê û li ser kujer cilên leşkerî û li serê wî kask hebû. Kujer heya dereng nehatibû girtin û li ciyê bûyerê tevlihevî çêbû. Navê leşker Jakrapanth Thomma ye û li aliyekî mirov dikuje li aliyê dinê di ser hesabê xwe yê Facebookê de bi zindî belav dike.Kujer weha dibêje:
“Ez ji kuştinê ew çend westiyame,nikarim tiliya xwe bilebitînim. Ez gelek westiyam lê 3 kesên ku hêj nemirine hene?”