Cîhan
Leskerên Îsraîlê li peymanêrê Anadolu Ajansiyê xist
PeyamaKurd- Leşkerên Îsraîlê li şerîda Xezzayê bi fişeka plastîk li serê peyamnêrê Anadolu Ajansiya Tirkiyê xist. Gule li serê wî ket. Elî Cadallah nêzî ciyê bûyerê, li ciyê mudaxeleya ewilî hat dermankirin û halê wî baş e.
Berê jî di 22 yê gulana sala 2018 de,bi qapsula bombeya ku rondikan ji çavan dibarîne ji singa xwe birîndar bû û piştî wê di 22 yê adara 2019an de,car din birîndar bû. Ev 3 care ku Cadallah di peyamnêriya xwepêşandanan de birîndar dibe.